Türkü Seli - Türkü Sözleri

Türkçe, Kürtçe Sözler ve Notalar

Türkü Seli ANDROİD Uygulamasını İndir!

Ape Müsa Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Brader tarafından seslendirilen Ape Müsa eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz. Ape Müsa eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Serê te boze

Weke Sîpan bilinde
Dilê te bi soze
Weke çira û finde
Em ji te hînbûn rastîyê
Ù gelekt iştên rinde
Çûna te agir berda bajar û gunde.

Dilê te bi soze
Weke Agirî germe
Awirên te bi şewqin
Weke bihiştê nerme
Karwanê te li rê namîne
Ala û soze li ser me.

Li milekî te kevokên aşîtîyê
Li milekî te leşkerên azadîyê
Te hilgirtin heftê û çar salan
Tu ne westa û ne rawesta
Em li peytene leşkerên azadîyê.

Ew rûyê şermoke ji bindestîye
Nûr jê di bare ji Zerdeştîye
Ew xwîna li nav porê sipîye
Ji dilê me niqitîye
Gulên sorin li zozana
Li Sîpanê vekirîye…
***
Brader jibo te
Dibêje îro
Hem bi saz û hem bi soze
Dozê di ajo
Wxîna te û şehîdên Kurdistan di şo
Ji gemara Ereb û Ecem û Tirko
*** *** ***
min şehîdek dît 74 salî
teva pênûsa bi xwînê reng dayî
liser millekî leşkerên azadîyê
liser millekî kevokên aşîtîyê

74 salan di rêça şoreşê de meşîyayî
Gula civatan şênaya civînan
Pîrê şoreşê kalê militan
Dara çinarê li Amedê paldayî….

Brader….Arnhem..97.

turkuseli.com © 2016 - 2024
turkuseli.com