Türkü Seli - Türkü Sözleri

Türkçe, Kürtçe Sözler ve Notalar

Türkü Seli ANDROİD Uygulamasını İndir!

Çima Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Miço Kendeş tarafından seslendirilen Çima eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz. Çima eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Tu!
Ma tu heyî li bîra kê?
Tu!
Ma ew kî ye te divê?
Tu!
Herdem jar û bi tenê
Herdem jar û bi tenê
Bes e nalîn bes e lê
Bes e nalîn bes e lê
Çûn, gulên li ber mala min
Man, êş û derd û janê min
Çûn, gulên li ber mala min
Man, êş û derd û janê min
Çûn, gulên li ber mala min
Man, êş û derd û janê min..
Bes e nalîn bes e lê
Bes e nalîn bes e  lê
Bi tenê wê şevê
Xewnek şîrîn dît
Berî rûhê (rûyê) xwe bişo derket, di nava rêwîyên tirênê tevan geriya
Lê dîsa bi tenê dageriya
“Hîştim” şûşek meya vala, û termê helbestekê
Tiştek li hêviya xwe nedît
Bi tenê wê şevê
Xewnek şîrîn dît
Berî rûhê (rûyê) xwe bişo derket, di nava rêwîyên tirênê tevan geriya
Lê dîsa bi tenê dageriya
“Hîştim” şûşek meya vala, û termê helbestekê
Tiştek li hêviya xwe nedît
Çima!?
Diniya wilo bûye, mal bê kes
Çima rok (roj) westa bûye, westa bûye ji ev jîna xweş?
Çima!!?
Diniya, wilo bûye, mal bê kes!
Çima rok westa bûye, westa bûye ji ev jîna xweş?
Çima gul?
Çima dar?
Çima xelk wilo mane bêreng?
Çima gul?
Çima dar?
Çima xelk wilo mane bêreng?
Ji ev jîna xweş, ji ev jîna xweş
Çima!!?
Diniya, wilo bûye, mal bê kes!
Çima rok westa bûye, westa bûye ji ev jîna xweş?
Çima gul?
Çima dar?
Çima xelk wilo mane bêreng?
Çima gul?
Çima dar?
Çima xelk wilo mane bêreng?
Ji ev jîna xweş, ji ev jîna xweş.
Buhar bû..
Şeveke dirêj
Û keçeke dirêj
Û tirêneke dirêj
Û dilê helbestvanekî
Buhar bû..
Şeveke dirêj
Û keçeke dirêj
Û tirêneke dirêj
Û dilê helbestvanekî..
Kevokek ji sîngê keça dirêj firiya
Hat û serê xwe da ser dil
Dil şiyar bû, ket, mir, rabû, sax bû
Wilo goo…
De raze hê
Kevoka min
Şev dirêj bû, tirên westiya
De raze hê
Kevoka min
Şev dirêj bû, tirên westiya
Hişiyar bû, kela wê rabû
De raze hêê kevoka min
Ez dizanim ku birîna te nêzîk e ji ev dilê ku ji bîranîn û nerînê (nihêrînê) ziwa bû
Dil ne çiya ye, ku tu hêlîna vîna xwe lê deynî
Û ne deşt e, ku tu di bin barê baskên xwe kî
Dil ne çiya ye, ku tu hêlîna vîna xwe lê deynî
Û ne deşt e, ku tu di bin barê baskên xwe kî
Dil wêran e..
Wêran e dil..

Çavkanî: Amed Ebdî

turkuseli.com © 2016 - 2024
turkuseli.com