turkuseli.com

Evindare biriya te me Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Evindare biriya te me Kürtçe Sözleri

Evîndarê bîriya te me loma
Dihelim ez roj bi roj wek şima
Kanê xuşe xuşa avên çema
Tên bîra min rojên berê li ku ma
Bûm hêlîna xeman tawa nema

Dûr ketine ji min xewnê şevan
Windabûye bînahîya çavan
Bi ahenga qebe qebê kewan
Weke ronahîya rojê,siban
Li min vebe were bibe mêvan

Navê şirîn navê teye erê
Bi delalî dibêjim Dîlberê
Şiklê te li ber çavê min li herderê
Drûvê te li ber çavê min li her derê
Wek ewrên spî ji dûrva hilkiş werê
Min bigire li nav xeyalan bigerê

Gotin û Muzik: Hozan Aydin

Evindare biriya te me Kürtçe Şarkı Dinle

Evindare biriya te me Dinle

Yukarı Git

Sosyal Medya'da Paylaş

Facebook Twitter Google Pinterest Whatsapp Email