Eman heyle Kürtçe Sözleri
Tu şêrîn î pir ciwan î
Lêv ji sorê erxewanî
Kê bi vî rengî tu anî
Wer di nav destêm danî
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê
Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên sor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê
Rista mina ji gewhera
Ronî dide rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkire ji dosta xwera
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê
Rabe ser xwe bi dilovanî
Em derkevin ji zindanê
Dest bi destê te hozanê
Da em herin Kurdistanê
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê
Gotin: Cegerxwîn
Musîk: Ciwan Haco
Eman heyle Kürtçe Şarkı Dinle

Eman heyle Dinle