Awazek Te Kürtçe Sözleri
Ha werin rojê, li me star û jiyan e.
Bihar e,
Bihara Mezrabotan e,
Wey belê îro, kurd û ereb û ermen û asûr û sûryan û turkmen li hev civiyane
…., şahiya xwebûnê ye, dîlan e
Awazek tê ji rojava
Şoreşa kurdistanê ye
Xemla wan bi torîn e
Cenga wan şewqa rojê ye
Roj li Rojava hilberî
Genim, simbêl rabû ser, êdî
Ked û heyfa salên zorî
Li bin dera? gela, raperîn
Nasnake benda serdestî
Diherike ber bi azadî
Va ye îro nûjen dibe
Dîrok a resen Kurdîstanê
Bihişta welatê jînê
Nirxê mirovahî can dide
Bi tîna evîn a rojê
Xweserîya hebûne saz dibe
Lê dide dilê Kurdistan
Bi rihê cangorîyên dozê
Pêl bi pêl mezin dibe
Diherike şoreşa viyanê
Awazek Te Kürtçe Şarkı Dinle
Awazek Te Dinle