Dem Kürtçe Sözleri
Dem dema cenga giran e
Ceng dijî çerxa gelan e
Cenga zordar û dizan e
Dij mirovên gişt cîhan e
Dem dema Kurdan e yadê
Tev diçin kar û xebat e
Bo welatê xwe avakin
Bo azadî û bo felat e
Dem dema xortên çîya ye
Dem ciwan e, her biha ye
Bi lêz û bez em dimînin
Rê dirêj e, pir jê maye
Karker û cotkar û lawan
Bê yekitiyê nîne derman
Tev bi hev ra herne qadan
Bo demek nû, bo yî Kurdan
Gotin: Hozanvan Cankurd
Muzîk: Koma Botan
Dem Kürtçe Şarkı Dinle

Dem Dinle