turkuseli.com

Roj roja me ye Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Roj roja me ye Kürtçe Sözleri

Roja me derket li serê çîyan
Tîrêja xwe da erd û zevîyan
Hêstirê çavan çû em tev kenîyan
Rabin dîlanê roj roja me ye
Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemmî proleter

Armanca me yek e em birayê hev in
Aştî dixwazin tev hevalbend in
Hevalên rojê dujminê şev in
Rabin dîlanê roj roja me ye
Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemmî proleter

Gul û sosin vekir her alî sor kir
Mizgînîya xweşiyê ji mer dîyarî kir
Riya şoreşê me zû hişyar kir
Rabin dîlanê roj roja me ye
Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemmî proleter

Tirs û lerz neman emê liwan xin
Li erd û ezman gurmîni daxin
Kesk û sor û zeryê li herder bilindkin
Rabin dîlanê roj roja me ye
Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemmî proleter
Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : W. Amedî
Sazkirin : Koma Dengê Azadî

Roj roja me ye Kürtçe Şarkı Dinle

Roj roja me ye Dinle

Yukarı Git

Sosyal Medya'da Paylaş

Facebook Twitter Google Pinterest Whatsapp Email