Te bira min Kürtçe Sözleri
Wextê ewr qotê çiya
Tên û digrin mîna ziya
Dialin hemû geduk, riya
Tu dikevî bîra min
Wextê dibe şevereş
Heva digrin erd û erş
Hev diçin tên reş û peş
Tu dikevî bîra min
Wextê berf çiyê som dike
Ba berfe ehev tom dike
Ser palê wê kom dike
Tu dikevî bîra min
Wextê leyî har dibe
Pala çiya da xar dibe
Her tişt ber wê jar dibe
Tu dikevî bîra min
Wextê dinê bihar e
Tenê çiyê berf dibare
Hişkî, seqem û sar e
Tu dikevî bîra min
Wextê berf çiyê som dike
Ba berfe ehev tom dike
Ser palê wê kom dike
Tu dikevî bîra min
Helbest: Eskerê Boyîk
Muzîk: Koma Nurhak
Te bira min Kürtçe Şarkı Dinle
Te bira min Dinle