Min canek dit Kürtçe Sözleri
Min canek dît li nav çiya
Ronahî da çar aliya
Rawestam bin sîka biya
Nexweş bûm ketme nav ciya
Hişyar kirim qêjnawê
Min xwe avêt ber piyêt wê
Ber perekî mezin ya wê
Min jî guh da gazinêt wê
Nesaxeke giran im ez
Ya bê pirs û bê derman im ez
Bê Xudan û sexbîr im ez
Ya bê bab û semyan im ez
Ferhad ez im şêrîna min
Wey te xwelî bi serserê min
Wey nazik û serbara min
Kul û gazinda neke ji min
Kaxeza ji kê re biweşînim
Perda çî şêxî bi hêjîn im
Ser kêleya çê çakî rûnim
Dermanê te ji kîre bînim
Muzîk: Mihemed Şêxo
Min canek dit Kürtçe Şarkı Dinle
Min canek dit Dinle