Qesideya Dik Kürtçe Sözleri
Qesîdeya Dîk – Horoz Kasidesi
1.
Li taxa me
…Mahallemizde
Dîkekî sadîst ê xwînrij heye
Sadist, kan döken bir horoz var
Perrên mirîşkên taxê hildiçine,
mahallenin tavuklarının tüylerini yolar
her sibeyekê.
Her sabah
Wan dinikilîne, dide pey wan, devser wan dike
Gagalar, kovalar, tepelerine biner
û dev ji wan berdide.
Ve sonra da bırakıp gider
û navên çêlîkên wî nayin bîra wî jî!!
Civcivlerinin isimlerini dahi hatırlamaz
2.
Li taxa me…
mahallemizde
Dîkek li berbangê diqîqîne
Gün doğarken bağıran bir horoz var
Wekî Samsonê zorbilind.
Zorba Samson gibi
Riha xwe ya sor dirêj dihêle
Salar kızıl sakalını
…û zorê li me bi şev û roj dike.
Gece gündüz hükmeder
Xutbeyê bi ser me de dixwîne…
Nutuk çeker bize
Bi ser me de sirûdan distirê…
Marş okur
Zînekariyê bi me dike…
Zina eder
Ewe yê tenha, û ewe yê herheyî
Tekdir o, ebedidir
û ewe yê şiyandar ê zorbaz.
İktidar sahibi, zorbadır.
3.
Li taxa me…
Mahallemizde
Dîkekî neyar ê, faşîst ê, xwedan ramanên Nazî,
Saldırgan, faşist, nazi fikirli
heye…
Bir horoz var
Deshilat bi tankê dizîye…
Tankla çaldı idareyi
Hem azadî û hem azadîxwaz jî girtine
Tutukladı hürriyeti ve hür insanları
Welatek sîl kiriye…
Bir vatanı feshetti
Gelek sîl kiriye
Bir halkı feshetti
Zimanek sîl kiriye.
Bir dili feshetti
Bûyerên dîrokê sîl kirine…
Geçmişi feshetti
û jidayikbûna zarokan…
Çocukların doğumunu
û navên kulîlkan…
Ve isimlerini çiçeklerin feshetti
4.
Li taxa me…
Mahallemizde
Dîkekê ku di cejna neteweyî de
Milli Bayramda
Cilên generalan li xwe dike…
general elbisesi giyen
Nifşekî dixwe…Nifşekî vedixwe…Nifşekî serxweş dike…
Bir nesli yiyen…Bir nesli içen..Bir nesli sarhoş eden
Li keştiyek ji cendekan siwar dibe
Cesetlerden oluşan gemiye binen
Û artêşekê xeyalî têk dişkîne!!…
Ve hayali bir orduyu hezimete uğratan bir horoz var
5.
Li taxa me…
Mahallemizde
Dîkekî ji koka Erebî
Bir horoz var Arap asıllı
Gerdûn bi hezaran jinên xwe re vegirtiye!!
Fethetti binlerce karısıyla dünyayı
6.
Li taxa me… Dîkekî nexwende
Mahallemizde… Cahil bir horoz var işte
Dibe serdarê Mîlîsiyakê
Milislerden birine kumanda eden.
Ji talanê…û ji qirkirinê
Saldırmak ve katletmek
Ji çandina heşîşeya keyfê
Haşhaş üretmek
û ji pêdakirina pereyên sexte pê ve
Ve döviz kalpazanlığından başka
fêr nebûye tiştekî dî…
Birşey bilmeyen.
Cilên bavê xwe difirot…
Babasının giysilerini satardı bir vakit
û gustîlka jina xwe dida rehînkirin…
Nikah yüzüğünü rehin bırakır
û ta diranên miriyan jî didizî…
Ölülerin dişlerini dahi çalardı.
7.
Li taxa me… Dîk
Bir horoz var… Mahallemizde.
Hemî dilpêxweşiyên wî ewin,
Bütün marifeti
ku agirê debançeya xwe ya cengî
Tabancasıyla
bi ser seriyê peyvan de biteqîne…
Kelimelerin tepesine ateş etmek olan
8.
Li taxa me…
Mahallemizde
Dîkekî damarlerzok ê dîn…
Asabi, zırdeli bir horoz var
Her roj wekî Elhecac xutbê dide…
Haccac gibi konuşur her gün
û sermest wekî Elmemûn diçe…
Ve Me’mun gibi yürür kibirle
û ji mînareya mizgeftê de bang dide:
Cami’nin minaresinden haykırak:
“ Subhana min…Subhana min…”
“Beriyim ben noksanlıklardan, beriyim kusurlardan
“Çiku ez im dewlet, û zagon”!!
Hem devletim ben, hem de kanun”
9.
Barana bi ber wê çewa bi ser me de bibare?
Nasıl gelecek bize bereketli yağmur?
Çawa wê genim şîn bibe?
Nasıl yetişecek buğday?
û çawa wê xêr bi ser me de bê,
Hayır nasıl inecek üzerimize
û bereket wê me bipêçe?
Ve bereket nasıl örtecek bizi?
Ev welateke, ku Xwedê deshilate têde nake…
Allah’ın yönetmediği
Lê belê… Dîk têde deshilatdar e…!!
Horozun hükmettiği bir memlekette?
10.
Li welatê me… Dîkek diçe…Dîkek tê…
Ülkemizde.. Horozun biri gider, biri gelir
û zorbazî her ew zorbazî ye…
Zulüm aynı zulümdür.
Deshilatek Lenînî dikeve…
Leninci hükümet gider
Deshilatek Emerîkî êriş dike…
Amerikancı saldırır
û yê hêrandî her ew mirov e…
Ezilen hep insandır
11.
Gava dîk di bazara gund re
Köyün pazarına uğradığı vakit horoz
Ji xwe xweş, perrverişandî derbas dibe…
Kibirle, kabarık tüyleriyle
û li ser herdu milên wî nîşanên rizgarkirinê dibirîsin
Ve omuzlarında parıldayan hürriyet nişaniyle,
Her mirîşkeka gund bi heyranî bang li wî dike:
Haykırır köyün bütün tavukları hayranlıkla:
“Bi can bi xwîn em bi te re ne ey seroyê me yê dîk”.
“Kanımızla, canımızla seninleyiz ey efendimiz horoz!”
“Ey mewlayê me yê dîk”.
“Ey mevlamız horoz!”
“Ey generalê neteweyê…û ey nêrê meydanê…”
“Ey milletin generali, ey meydanın kudretlisi!”
“Tuyî hezkiriyê bi milyonan jin”.
“Sensin milyonlarca kadının sevgilisi”
“Ma pêdiviya te bi cariyekê heye?“.
“İhtiyacın var mı bir cariyeye?”
“Ma pêdiviya te bi qerwaşekê heye?“
“İster misin bir hizmetçi?”
„Ma tu pêdivê misdanê yî?“…
“Peki ya masaj?”
12.
Gava birêvebir çîrok bihîstiye…
Yönetici hikayeyi duyduğunda
Ferman da serbirr bi serjêkirina dîk.
Boğazlanmasını emretti horozun, cellada
Bi dengekî xeyidî got:
Öfkeli bir sesle dedi ki:
„Çawa zaroyek ji zaroyên taxê
“Mahallenin veletlerinden bir velet
wêriye deshilatê ji destê min bistîne?“…
Nasıl cüret eder benimle iktidar kavgasına
„Çawa ev dîk wêriye?“
Nasıl cür’et eder bu horoz?
„û ez im yê tenha, bê hevpar!!“
Ben tek ve ortaksız iken?”
Nîzar Qebanî
Wergerandin: Cankurd