Te Dixwazim Kürtçe Sözleri
Va ye ez hatim te ji te dixwazim
Bêgilî û gazinc tu bêy dilşad im
Li benda te mam bi meh û salan
Her wext û deman bi her çar demsalan
Bi te re jîn xweş e
Bievîn û geş e
Roja tu werî
Newroz û cejn e
Dildar û bengîn e dilê min ê zar
Dişewite can di nav pêt û ar
Cirma eşqa te ger bibe sêdar
Bêtirs û guman ez didim ser û can
Navê te jîn e
Wargeha evîn e
Bê te ez dinalim
Dilbiaxîn e
Gotin: Şêrzat
Muzîk: Omer Tuğrul, Şêrzat
Te Dixwazim Kürtçe Şarkı Dinle
Te Dixwazim Dinle