turkuseli.com

Bigri Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Bigri Kürtçe Sözleri

Bigrî…
ta rondik bibin xwîn,
û…
bê bextîya evînê,
û…
dilê siwarê nezanî
û serhişkîya te
bimîne bê xwîn.

Bigrî, bigrî û bigrî,
heta rondik bibin xwîn
qîrîn bibin nalîn,
û…
mirî barke bê terqîn û yasîn.

Li ser wî tifalî bigrî,
yê ku ji serserîtyên we ne agehdara,
û…
ji bihevçûnên we tim bê ware,

Li ser ciwanîya
ku li ber pêlên têkçûnan diçe û
bi nezanîyê bergor dibe.
Bigrî, bigrî û bigrî,
heta rondik bibin xwîn,
qîrîn bibin nalîn û
mirî barke bê terqîn û yasîn.

Bigrî,
li ser wî dilê
ku qîmetê evînê nizane,
û qedera malbatekê
tune û bergor dike,
li ber awazên
qirika birîndar,
tifala xwe bilorîne,
û…………………………………
deydîka têkçûna malbata xwe
bihejîne.

Bigrî û têra xwe bigrî,
heta rondik bibin xwîn
qîrîn bibin nalîn û
mirî barke bê terqîn û yasîn.

Bi ser
dahatiwa xwe de,
bi ser,
evîna ku di xilmaşîya şevê de
bê war dibe,
bigrî û bigrî bê rawestan,
hêlîna evînê
bê dost û heval
berî dide gorstanê êş û azaran,
her kes dûrî te,
awaza têkçûna we dixwînin,
û govenda mirina evînê
digerînin.

Bigrî, bigrî û bigrî
heta rondik bibin xwîn û
qîrîn bibin nalîn û
mirî barke bê terqîn û yasîn.

Li pey hev rêzbûne
yên ku êzinga davêjin
nav agirê kezeba te,
û bizmarên dawî,
li darbesta evîndarîya te dixin
bigrî, bigrî û bigrî
şîretkarê wî kore
têgehiştina wî zore,
bigrî,
belkî tu bi sûlavên hêstiran
vê reva agir vemrîne û
hestan lê vegerîne.

Bigrî, bigrî û bigrî
heta rondik bibin xwîn û
qîrîn bibin nalîn û
mirî barke bê terqîn û yasîn.

Ji bo bêrîbûna wî tifalî bigrî
ew ê ku
li ber
lehîya nezanîya malbatê diçe
û wê çav sist bimîne heya mirinê.

Bikenê wî tifalî re bigrî,
li ser şeş mehîya wî bigrî,
di destpêka buhara wî de,
di ecacoka êş û azaran de,
dihûnin,
bigrî dibe tu landika wî,
sibe vala bihejîne.
Ji bo hêlek,
ji dil ken û buhara wî,
sêwî nemîne û
hînî gotina bavo û yadê bibe.

Bigrî, bigrî û bigrî
heta rondik bibin xwîn
qîrîn bibin nalîn û
mirî barke bê terqîn û yasîn.

Bes bike lavlav ji wî bê dilî
dilê siwarê hêvîyên te
ji zû de mirîye û
nema li te vedgere û
ji hêlana te sil bûye.

Bigrî, bigrî û bigrî
heta rondik bibin xwîn û
qîrîn bibin nalîn û
mirî barke bê terqîn û yasîn.

27. 09. 2006   Oldenburg / Elmanya

Bigri Kürtçe Şarkı Dinle

Bigri Dinle

Yukarı Git

Sosyal Medya'da Paylaş

Facebook Twitter Google Pinterest Whatsapp Email