A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Filite Quto Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Aydın tarafından seslendirilen Filite Quto eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Filîtê Quto eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Filite Quto Kürtçe Sözleri

Filîto lawo karwanî berxê min karwanîîî,
Karwan êvarê barkir çûn bi royêra qe da nanî li kevanê kêrê li kanîya qîre li pira Batman ê li delavê paşo pêşî vegerîya li ser paşîyê danîîî,
Lawo tu çiqa xortek nezanî bi çi aqilî swarbûyî hatî pêşîya vî karwanîîî,
Te serê paçê çindare berda ser erwanî law te nego serkarwanê Elîyê Edmanekê Emê Mamê Gindê ye gava tu cara ji vî cari ji destê wan Egît û xweşmêran xilasbibî lawo…

Lolo Flît lawo bira Şema dayîka te bê teze min çokê xwe da erdê ji xwera lawek anî lawooo…
Bê heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor…..;
Lo heylolooo, wax heylolooo Şemê bi rebenbe lawooowaêêê…

Heylooor, Filîto lawo karwane berxê min karwaneee,
Min dî Emê bankir go Elî lawo ji baharda baran li welatê me nebarîye em pêva mane rabe tevdîra karwan bibînin emê berê xwe bidin Mûsilê belkî li pêşîya Welatê me nebe xelaya naneee,
Pêşîya karwan Deveye lawo tê ortê Hêstirin li paşîyê Ga neee,
Flîto lawo tub çi aqilî hatî pêşîya vî karwanî çavê kozî û kulfetê karwanan herkes li serê rêyaneee,
Serkarwanê Elîyê Edmanekê Emê Mamê Gindê yeee berxêêêwaaaêêê,

Lolo Filît lawo Xwedê zane Emê Mamê reş bi tewrê dewra berê ji şîşxana milê xwe bi gumane berxêêê…
Bê heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor…;
Ê heylolo heylolo, heylolo dê bi rebenbe lawooowaêêwaaaêêê

Heylooor, subeye mindî Filît ban dikir digo Elî lawo ez nizanim karwanê we hemû çi û çiyeee,
Eli bankir go Filîto lawo karwanê me hemû sê qisme qismek Ga yek qantire lawo yek Deve yeee,
Li pêşîyê barê Devan xurmeye di ortêda bare Hêstira barût û gulleye…,
Serpaşîyê barê Ga ji Welatê jêr têm temam genimê spîyeee, ez yeqîn dikim tu ji me dxwazî paç û xerac a serê rêyeee,
Ezê li pêşîyê pêşkêşî te bikim meya Xeco Hêstir a navê wê Hedo yeee, lawo eger tu xortekî heyfî ji malê dunê tenikî bira bi eşq û riza me ji tera helalbe paç û xerac a serê rêyeee;
Îrooo Filît ban dikir digo Elî lawo derdê min ne Meya Xeco Hêstira navê wê Hedoye ew herdu dêr û demez malê mineee,
Min sondek xwarîye li ber destê şirîna filleye yan îro wê cinyazê min ra dikin ji orta meydanê lawoooowaaaêêêê;

Yanjî lawo gerez bi destê xwe li ber çoka şirîna Fille daynim bazinbeleka milê apê tey Mamêye berxêêê…
Bê heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor…;
Wax heylolo wax heylolo dê bi rebenbe lawooowaêêwaaaêêê

Filîtoo..lawo mindî Elî bankir Emê mamê go apo tu çi dibê jî bona vê yekêye,
Pîncê Şemê ji midxwazê pac û xeraca serê rêye min ji pêşîyê pêşkêş kir meya Xeco Hêstir a navê wê Hedoyeee,
Îro pê qayîl nabe dibê dêr û demez ew hertim malê mine derdê min ez hatime bazinbeleka milê apê teyê mamê navê wî Bûkêyeee,
Heya naha serkarwanî di destê tedabû apo kes tu salix neda te dida xelkê pac û xeraca serê rêyeee,
Serkarwan îro ketîye destê min ezê sibê dakevim êla reşkotana Edmaneka xelkê ji minra nebê kanê bazinbeleka milê apê teyê Mamêyeeewaaaêêê,

Min dî Emê digo delolooo delolo liloloooo……heylolo …..lilolo….
Elî lawo belkî apo xêrê ji te nebîne ji xwera baqilbe ava ne çêkirin û şekirina tuncik û temelîyê ber çavê qîz û bûkêne te qe nebihîstîye nav û dengê pîncê Şemê law va şerê bokeberananeûûîîyîîwîîî;
Sêsidûşêstûşeş tamarê mêra ji pişta min rabûne berxê pirça serê min bû şijûne tu banzde bazinbelekê tevî gullebarûtê bazinbelekê ji apê xwera bîneee,
Ez ji vê sibêda guhê xwe li pîncê Şemê dadigirim pîncê Şemê dilheye bi pal û derewan pacê ji me bistîne ji pîncê Şemêra bibê apê min gotîye cîyê pakî heye xerabî tiştek nîne lawooo,
Bira ji boy soza te herdu meya hilde gava ku hilnade tu ji pîncê Şemêra bê apê min gotîye bira siktirbe ji pêşîya karwanê min hilîne berxêêêêêhiêhiê….hiêhiê…lo dê bi rebene lawoooowaaêêê…..
Bê heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylor…;
Bê heylolo wax heylolo bê Şemê bi rebene lawooowaêêwaaaêêê

Îrooo Emê bankir go Elî lawo Kevanê kêrê kanîya qîrê pira Batmanê delavê Paşo bi ceyeee;
Mîrata bazinbelekê di destê minda sivik bûyê îro dîsa li meydanê tê diçê minan per û baskê teyrê atmeceyeee;
Mingo em gunene çavê kozî û kulfetê me meheke bira nemîne li rê û dirbêyeee,
Ez yeqîn dikim di axirîya emrê xweda ezê ji heftê heyştê salî şûnda pala bidimê di Kevanî kêrêda îro dîsa bikim oxilmeyeee,
Lawo ji Filîtê Qutora bibê cîyê pakî heye xerabî tiştek nîne bira ji xwera bihere meya Xeco Hêstira navê wê Hedoyeewaê;

Gava ku hilneda apê te wê derbekî li pîncê Şemê bixîne bira heya dunya xweş û avabeyî;
Bira mezinê wî ji piçûkê wîra biben meseleye berxê..waê..dê bi rebene lao.. Bê heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor…;
Lo heylolo bê heylolo bira dê bi rebenbe lawooowaêêwaaaêêê.

Elîyêêê Edmanekî vegerîya ser Filîtê Quto go Filîto lawooo,
Lawo dilê min dibêye karwan tê ji kevirê badê bajar bi bajar rê bi rêye..
Cîyê me pakîyê xerabî tiştek nîne lawo mekke mala xwedêye neke vê yekêye..
ji xwera hilde meya Xeco Hêstira navê wî Hedoye tu pê qayîl nabî tud bê dêr û demez herdu malê mine derdê min bazinbeleka milê apê teê Mamê navê wê bûkêyeee,
Filîto lawo heya naha serkarwanî di destê apê mindabû qe kes salixa nade apê min daye xelkê pacû xeraca serê rêyeee,
Îro serkarwanî ketîyê destê min ezê sibê dakevim nava êla reşkotana Edmanekê xelkê ji mira nebêje kanê bazinbeleka apê teyê Mamêyeee…,
Gotina di destê mida ma ezê hînga ji xelkêra bibêjiim, ezê bêjim min Mamê apê xwe bir Serhedê zewicaaand lawooowaaaêêê;

Şema dîya Filît jêra xwestîye lawo min bazinbelek da ser qelenê Şemêye berxêêêhiêhiêhiêêê…
Bê heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylolo heylor; Ê heylolo heylolo, heylolo dê bi rebenbe lawooowaêêwaaaêêê

Filîtêêê Quto ban dikir digo Elî lawo dilê min dibêyeee,
Karwan têj kevrê badê bajar bi bajar rê bi rêyeee,
Lawo derdê min ne meya Xeco Hêstira navê wî Hedoyeee,
Siwal bikin navû dengê Filîtê Quto min ji gelek karwana girtîye pacû xeraca serê rêyeee,
Tu û Mamê apê xwe lafa nedin xwe li orta meydanê lawo yeqîn bizanibin hun ji minra îro yên dawîyêne berxêêêwaaaêêê;

Min dî Emê digo lolo wîîûûû lolo lilolo…wîûwîû…..;
Filîto lawo Kevanê kêrê kanîya qîrê pira Batmanê delavê Paşo bişewite îro bi simaqewîîî;
Ez ewqas li dunyaê gerîyam min kes nedî bi qasî te nezan û pirî ehmeqe tub çi aqilî hatî pêşîya vî karwanî heyfa te bi van Egît û xweşmêran naê lawo..,
Îro sê dan û sê şeve temamê teyrûka danîne ser cinyazê van Egîta xwîna wan ji xwera dixwin waqe waqe…,
Eger tu xortekî bi dilû canû bi cîgerê xwe welecî were ez û tuva bi desthevda sond bixwin lawo xelk guneye cerba xwe li kozî û kulfetê kesî naxin,
Bira çavê kozî û kulfetê kesî li rêya nemîne lawo ji min û te îro li meydanê,
Kî bireve ji wan berdayîye sê telaqe berxê…ê hêêê dê bi rebene lawooo…;

Îrooo… Emê bankir go Elî lawo Kevanê kêrê kanîya qîrê pira Batmanê livî thetîîî,
Gulle û barûdê bazinbeleka destê apê te xelasbû lawo bazinbelek di destê apê teda bû qatîîî,
xwe bi ser bare Hedora bigîne gulle û barûtê bazinbelekê ji ser barê hedo ji apê xwera bîne ezê îro gulle barûda têj bikim pîncê Şemê bû îsal çend û çend saleeee;

Lolo Elî lawo pîncê Şemê bûye Êrmelikê vî welatî berxêêêê….êhêhêêê… dê bi rebene lawoooo

Flîtooo… lawo karwanî berxê min karwanîîî,
Karwan êvarê barkir çûn bi roêra qe da nanî li kevanê kêrê li kanîya qîre li ser pira Batman ê li delavê paşo pêşî vegerîya li ser paşîyê danîîî,
Tu bi çi aqilî hatî pêşîya vî karwanî te serê paçê çindare berda ser erwanî te nego berxê meheke çavê kozî û kulfet ê van karwana li rêne bira li rê nemîne,
Sed yazixa Filîtê Quto xortekî heyfe nazikî nazenîne ev canê Filîtê delalî li meydana Emê Mamê Gindê îro bi sê gullê bazinbelekê bû birîne berxê;

Midî Şema dîya Filît derkete banê qesrê ban dikir digo de lolo, de lolooo, wey lolo, Filîto lawooway…
Lo lawo Filîto lawo xwedê xirabke kevanê kêrê kanîya qîrê pira Batmanê delavê Paşo bişewite bi kizine lawo;
Qe nehate bîra mine dayîka te ji tera bibê neçe pêşîya wî karwanî lawo xwedê dizane serkarwanê Emlîyê Edmanekê Emê Mame Gindêye;
Tivinga di destê Mamê Gindêda malê Romê berê sê bazine berxê canê Filîtê minê delalî li meyada vî xweşmêrî bi sê gullê bazinbelekê bûye birîn;
Filît lawo eger tul meydana vî xweşmêrîbi hersê gullê bazinbelekê tu ax bibêjî;
Gelî cimeta hînga hun bizanibin Filît pînce ne ji mine berxê hiê…hiê… lo dê bi rebene lawooo…
Bê heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylor heylor, heylolo heylor; Lolo Filîto bêşîro lo lawo te nego karwan nîne lo kesîreye…..

Gotin û Mûzîk: Gelêrî
Çavkanî : Dengbêj RESO
Herêm : Serhed
Berhevkar : Hozan Aydin
Aranje : Memo Gul & Hozan Aydin



Filite Quto Kürtçe Şarkı Dinle