A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

De were evina min! Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Brader tarafından seslendirilen De were evina min! eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.De were evîna min! eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

De were evina min! Kürtçe Sözleri

Ji minre veke wî baxê îrem
Da ez bi xwînim ilmê sîneyê
Ew sêv û hirmî ew hejîr û nerm
Da kû ez rûnêm li textê serayê

De were evîna min
De were serê xwe deyne ser çonga min
Ezê stranên xerîbîyê ji tera bêjim
Ezê ramûsanên birçî bi pêjim
Di germahiya dilê xwe de
Û ezê ji tera bêjim û bêjim.

Ezê helbestên bindestîyê ji tera bêjim
Hevokan li pey hevdû rêzkim
Mina hêstirên çavên Emîna Kor kû di herikîn ser potînen gemarî.
Potinên zilmê hêstir di eciqandin di sînga Emina Kor de.
Potînên zulmê zarok di kustin di zikê xuska min de.
Ezê hevokan ji tera rêzkim
Li pey hevdû
Xelek bi xelek
Mina xelekên zincirên gerdena welatêmin.
Mina zincîrên destên çav girêdayî…

Ezê ji tera helbestên evînî yê bêjim
Yeko yeko şeh bikim û bi niqirînim
Û bi ramusanên şahîk û nerm
Li ser bedena evîna me dîwarekî ji edebê bi pêçim.
De were
Ezê hevokan ji tera lêkim
Yeko yeko ji bo diwarekî pir penceroj
Kevirên nerm û şêrin

Bi mizraba destê xwe şehbikim
Yeko yeko
Bi aqda zinara Mêrdînê
Bi kilsa êtunên çiyayên mazî
Bi kewînim
Bi dilê xwe î şaqûlî
Û bi çavên xwe î evîn birçî bi wezînînim
Û mîna hostakî qerase û dest mezin(GIBGIBE)
Şewqa xwe li alìyekì xim
Xwèdana eniya xwe paqishkim
Ù hilmekè li tutina Xursè xim
Mina Hoste Heci Emin çavekî xwe dagerînim û lê mêzekim.
Da kû qusûr lê nemîne.

Ji minre veke wî baxê îrem
Da ez bi xwînim ilmê sîneyê
Ew sêv û hirmî ew hejîr û nerm
Da kû ez rûnêm li textê serayê

De were…
Ezê Diwarekî ji helbestan lêkim
Û dora me bi pêçim
Da kû kes me nebîne
Kes ji sohbeta me aciz nemîne
Bi zimanê xwe î maleyî bi seyînim wî diwarê evînê
Û bi hêstirên xwe î gemkirî av bidim
Agd û kilsa dîwarê sitara me
Kû li ber tîna evîna dilê min ne çirre û ne qelişe.

Bila hêstirên minî gem kirî zincîran bi qetînin
Û bi herikin li pey hevdû
Hevdû bi westînin
Li ser hinarikên rûyê teî qelew û şahîk.

De were bihara dilêmin î payizokî
De were ronahîya êvara dilêmin î xeyidokî
De were berbanga xilmaşîya dilêmin î zîzokî
De were naveroka xewnên min î sist û virçoqî.
De were.

De were
Serê xwe deyne ser çonga min
Û guhdarî bike li helbestên min
Yên xerîbîyê yên evîn a min.
Evîna min û te….
Evîna min û te î bi dizî û qedexe
Ku mina belavokek Newrozê
Di bêrîka min de sifrekirî.
Dest bi dest
Bêrîk bi bêrîk geryayî
Li kolan û kuçeyên bajarê dilê min
Li welatê min
Di xindeq û kozikande vesartî.

De were
Ezê bêjeyên kewandi
Bi evînê xemilandi
Ji boxçika dilê xwe
Yeko yeko
Hevde bi hevde
Kêl bi kêl
Têl bi têl

Ji tera birêsim
Bi xwînim
Û
Bi reşînim

Ser devê satila bi werîsê zimanê min î çel erîn ve girê day î
û derxînim ji bîra evîna dilê xwe
Û ezê verişînim nav kutupxaneya ser bedena te î têr ilm.
Û
Ezê wan bêjeyên bi kirasê evînê xemilandî
Bi paçekî heftreng bi pêçim
Bikim ronik û rewa
Ji gerînek û şurrukên ronahîya xwe
Wan berdim ser xindeq û germoçekên suretê xwe…..

Bila xwe berdin nava pûndika simbêlêmin î yextîyar
Û bi herikin ji çenga min î westîyayî
Kû bi pirça spî pêçayî….
Û bi herikin dilop bi dilop
Hevok bi hevok
Xwe bavêjin bextê sîngate î bê sihûd û bê salih
Ji gerdena te bi herikin
Nava paxila te î xwê dayî
Qelew û dermalekirî.
Mîna destên min î bi lerz û bi xof
Ruhê min î di nava hevokan de veşartî
Carek bi tenê dilxweş û şadbe li ser bedena te î bijartî….
De were maneka min î nal germ û paxil xwêdayî………

Ji min re veke wî baxê îrem
Da ez bi xwînim ilmê sîneyê
Ew sêv û hirmî ew hejîr û nerm
Dakû ez rûnêm li textê serayê.

Brader…Arnhem…..5.12.99



De were evina min! Kürtçe Şarkı Dinle