A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Nalina Emina Kor Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Brader tarafından seslendirilen Nalina Emina Kor eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Nalîna Emîna Kor eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Nalina Emina Kor Kürtçe Sözleri

Nalina Emina Kor weke nalina dayika xwe qebûl kiribû di jiyana xwe de.
Gelek caran,xew lê herimî bû.Şev lê dirêj û bê dawî dibûn.Her çavên xwe di girttin,nalina Emina Kor mina zibeqê,ji orta herdû cênîkên wî,xwe bera nava guhê wî dida.şev lê reş dibû ,zîz dibû,sor dibû,spî dibû,bi nalina Emina Kor re.Li ber guhên wî nalîna Emina Kor.Mina nalina diya xwe,xuşka xwe,heskirîya xe qebûl kiribû.Nalina Emina Kor nalîna welatê wî bû…Welatê Kurdan.Kurdistan……..
***
Şev hatibû nivê şevê.
Nalinek li çemê hejîran ,binya gundê Musîka dihat.!
Nalînek û inte intek!Heşi weşek dihat.
Nalinek ji çemê hjîran dihat.
Nivê .şevek havînê.Nalina Emina Kor weke surrek bayê rêş li newala govan belavdibû.Li tahta sor diket,di newalê derbasî nava gund dibû nalina Emina Kor.Tahta sor qelişîbû.Hêlîna Bilbil hedimîbû.Kewir û dar digirîyan li ber nalinê.Gundê Mûsika çirayên xwe vemirandibûn û ketibûn reşa Emina Kor.Ketibûn hizna nalina wê.Ji hiznê pêve tiştek ji wan nedihat.
-Xwedê zilma qomando biser kevir û dara de neyne lawo.Zalimin lawo zalim.Ew Akif çawişê çav gawir,îman pêre tuneye lawo.Bi qandi zalime ewqas ji bê namûse….Diya wî,bi dizika jêre digot.
Ewî fêmkiribû kû Emina Kor ji ber tecawuza eskerè qomando di naliya.Ketibûn dorê namusiza,îmansiza.Tovèn roma tirrek ù bextresh.Jendirme.Jendirmeyèn bè nan ù xwè.Nan ù xuya wan liser conga wane.Jendermeyèn qùn bi cillik.Jendermeyèn spikùj.!.
Eminê xuşka M.Aliyê Hisên bû.Emrê wê di ser 25 an rebû.Lê ji ber koranîya xwe di malde mabû.Hê qîzbû.Çavek ji binî de tunebû:yek jî mina qulika derzîyê ronî bi ber diket.
Ewê rojê M.Eli yê Kor û şivanên mala Qero li ser delêv li hev dû xistibûn.şivanên gundîyan ketibûn navbênê ji hev qetan dibûn.Danê êvarê M.Elî rahiştibû tivinga xwe çûbû pişta mala,û çend tiving bera mala Qero dabûn.Lê fîşekkek çûbû li jinikek merva wî ketibû.Jinik ji hêta xwe birîndar bûbû.Esker ji ber vê yekeê girtibû ser gûnd,lê M.Eliyê kor revîya bû.Esker jî xuşka wî biribû binya mala, çemê hejîra,û nalîna Emina Kor bû .
Tecrûbeyên fermandar ê eskeran di vî warî de gelekbûn.Fermandar Akif Çawîş gelek navdarbû di heremê de bi zalimî û pûşteya xwe.
Carekê girtibû ser gundê Axrez.Mahkumê wan gelekî meşûrbûn.Ne di hatin zeftê.Lê gava Akif Çawîş girte ser gundê Axrez,jinên mahkuman ani nava gund topkirin.Bi lingê bebekên wan girtin û serberjêr daliqandin.Bebekên şeş mehî,yek salî ,du salî.Jinikên bi hemle işkencekirin.şilfe tazî kirin.Bi wî awayî gelek mahkum û firarên gundê Axrez hatin xwe teselim kiribûn.Gelek buyerên wanî li herêmê di qewimîn.Van mahkûm û firarên bi nav û deng,kû tucarî ne di tirsîyan,gava zar û zêç dikete holê ,pertavên mêranîyê di şikestin û yeko yeko teslimi Akif Çawîş di bûn.Ji xwe mêranîya wan çibû?
Li hember kê bû?Mêranîya wan xwe bi xwe bû.Mina mêranîya M.Eliyê Kor.Bi tifinga bera mala Qero dabû.Lê niha xuşka wî di nava lepê dijmin de bû.û ew revîya bû.Mêr ne wisane.Mêr ewbûn kû dijminê xwe nasbikira,û li hemberê wî li ber xwe bida.Namusa xwe xelaskira.

Nali nala Emina Kor newala govan tije dikir.şev zîz dibû.Tahta sor di çirîya,hêlina bilbil xera dibû.Berqefa nexşikê,qulika pembo,Kunniserê,Tingê,Teyranê û govên newala govan tev di hedimiîn,ji ber nalina Emina Kor.Ketibûn dorê!.Bê esla,namûsiz û soysiza!Gova ketî piştî bi sedan sala careke din diket.Di hedimî.Vê carê ne bav û kalên wî di binde mabû.Dengê wî ,Qîrina wî,mêrxasîya wî di bin diwarên govan de mabû.Fetisîbû.Deng ji kesî nedihat.Mêranî dibin kevir û kuçên govên hedimî de mabû.Dengê Emina Kor ji Tahtasor vedigerîya di Hêlîna Bilbil re vedigerîya ,li nava gund mal bi mal di gerîya.Li alikarîkê,li piştekê di gerîya.Lê deng û his tinebû.Tahtasor zuda qelişîbû.Helîna Bilbil zûde hedimîbû ji bê xwedîtî…

Şev zîz bûbû.Stêrikan bê deng û mat mabûn.Heyv ji şerma ewrekî nerm mina pacekî dabû ber wecê xwe û li insanên newala gova temaşe dikir.Işev insan ciqas hovbûbûn.Ciqas zalim bûbun.Ciqas bê deng bû bûn,li ber nalîna Emîna Kor.
Hertişt dibin potinan de fetisî bû îşev.

Qadè Shèxè Cebo xwe li miriti danibù.Ji ber iskenca eskeran li cemè hejiran.Te dogot qey ne iro ev saleke wi ye kù miriye.Berè bi derziyan li binè lingè wi dan.Cixare pève danin.Le Qadè xwe qet tevne dilivand.Vè taliyè Qadè ji gundiyan re digot.
-Yaw ger min xwe li miritì dananiya wè ez bi kushtama wè shevè.
Derzi,cixare….eybe cwamèr.Ma ez deng dikim.Te di got qey ev saleke ez mirime.Lè hun bawer bikin gava Sèxè Evdo yasin li ser min di xwend di wi halide ma kennek ketubu singamin.Ji bona ku ez nekennim min zimanè xwe percekir.
Bi chend gavan ji Emina Kor wirde jendirman iskence li xortan dikirin.Ji bona ku chekèn xwe bidin dest.armanc ne chekbun.Iskencebu.armanc chav tirsan din bu.Zulum bu.
Sèxè Evdo ji mal birin ku li ser Qadè yasina bixwine.Akif chawis belki di wirde muslumantiya xwe di xwest bide nisandan.Ma Kemal ne bi muslumanetiye bav ù kalèn me li dora xwe dane hev.Ji aliyeki turki rizgar kir,ji aliyè din de Kurdistan bindest kir.Bav ù kalèn wan hergavè wisa kirine.Xelk bi din xapandine.Iro li chemè hejiran
Li ber nalina Eminakor din ketibu dewrè careke din.Yasin dihatin xwendin liser Qadè Sèxè Cebo..Dengè yasina.Dengè Shèxè Evdo li dengè emina kor dihatè pèchandin ù li tahta sor diket.Di hèla hèlina bilbilre xùzì chemè hejiran dibu ù dihat deri bi derì digeriya.Alikari di xwest.Shev ziz ù herder kerr ù lal bùbu.

Zarokè bi chùk bi pistè pista dayikan di hatin xilmash kirin.
-hiiiiiiiiiish!Esker.
-hiiiiiiiiiiish!Qomando!
Dinya bè deng ù herder lal bù.Heyv sekini ù ji sherma ewreki nerm dabù ber wecè xwe.tariyek tenik dabu ser newala govan.
Lè heviyek di meshiya bi dizi.Di psita malanre derbasi aliyè zaxorè bu bi dizi.Di nava rezo nano re xwe gihan de nava rezè Sènex.
Bè deng mina reshkè shevè di meshiya.Ruhè wi di serè pozè wi debu.Kefen xistibu bin chengè xwe.Di dilè xwede ji diya xwe ,ji gund xatir xwestibu.Di karibu isev bihata kushtin ji.armanca wi ne kushtuna esker bu.Armanca wi beje vaye ez heme.Lè hun nizanin ez kime.Lè ez heme.U ez gaziya Emina korim.Ez vèya ji were nahèlim.Iro ew sibe ki dizane xushka ki jime,dayika me,jina me.
Rezè senex ji derbaskir.xwe gihande pista hèlina bilbil.Pista esker li wi bu.Ji xwe xuya ne di kir kesek.Lè xmindi kir.Ceme hejiran weka kefa destè xwe di zanibu.gerek ew esker isev bireviya na.Gereke ev kèfa ji wan re nema na.Boxaza mezelan vekiri hist.Ji bo esker bi shunda vegere.Di psit kevirekide runist.Behna xwe veda.Berè xwe da gund.Herkes di tariye debau.Li tex ma mala xwe mezekir.Ew ji taribu.Dilè wi cu cixaraki.Lè -chènabe ji xwere got.

Xortekei cheleng bù.Mina deqekì bi gullebù ji qewla bavè wi ve.
Tivingek Ecemi pèrabu.Nu kete bira wi.Ku wè dengè tifinga wi wì bide dest.Capili du deng di
teqiyan.Wè herkesi zaniba ew tiving ya wi ye.Ya wi tene Ecemi bu.Ecemiya kin.è careke biryara xwe dabu.
U di zanibu gundi navè wi nadin.Berè tivinga we da nava eskeran texmini.U yek,dudi,sissè….qupìn ù xushin bi newalè ket.
Deng ji emina kor qut bu.idi dengèskeran dihat.Anam.anam.kach.oldum.komutanimmmmm.
Ewan ji berdida.sev bubu mina tu xwè bavèje agir.
Wè shevè kesek ranaza.Esker tev bi shunda reviya bu.

Tahta sor cebiri bu.Hèlina bilbil xwe nù dikir.Govèn keti ù hedimi ji nuv de dihatin avakirin.Tivinga Acemi ya kin ji niuvde dihate paqijkirin ji barùde.U dikete zuleya xwe.Gelek caran esker dihate nava gund ji bona mahkum u firaran.Dè bavè wan di anin mala mixtar.Zarokèn wan ji wan di xwestin.Rica dikirin.Digotin em brayè hevin.Ji zarokèn xwre bejin bila werin teslim i adalete bivin.
Dè bavan bi tirki nizanibu.Swarè ecemiya kin carna tercume dikir ji komutanre.Lè dibine simbèlanre dikeniya u siret li dè ù bavè mahkuman dikirin.Hun tisteki nebejin ha.Baweri bi van nabe.
Vana tirs nediyana ewqas insani nedibun.dem ne ya bere ye.Neyèn xapandin …Ù di ziviri ser komutan digot efendim dibejin Gul u kulilk li newala govan vebune.dem bihare.Biharek xweshe.behan xwezaye tevli bèhna azadiye dibe.Bayek ji bashur tè li bakur dixe.Bayè azadiyè serfiraziye ye.dem bihare.Agirè NEWROZE hare. Bi kech u xortan em dilanè bi gerinin,siretèn bav ù kalan bi cih binin.