A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Xorte 50 sali Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Brader tarafından seslendirilen Xorte 50 sali eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Xortê 50 salî eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Xorte 50 sali Kürtçe Sözleri

Riha te mina riha neriyeki xezala ye

Kenna min te.
Guliyen te biser milen te de SHINGALINE
Gotinen helbestan ji xwe dadiweshine
Li ser helbesta di pashila te de xilmshkiri
Bi baweshine
Porre te yi direj,
Milkesa diya te ku ji shurta deve cheman cedikir tine bira min
Disa kenna min te….
Milkesa diya min ji,ji shurta deve chemanbu
Hate bira min icar griye min te..
Kume ku qoqe te yi zellut vedishere
Kume che ye
Merxasiya bi bira min tee….
Bejna te ya kinnik
Dile te yi mezin
Mejiye teyi kuur
Awiren te yi duur
Ka deve te lo?
Ma tu wan bejeyen xweshik bi kijan levan di hune?
Kurbana wan simbela bumo.

Di fikirim tu rebbe zilama ye
Cinne saira ye
Shexee helbeste

Mamosteye gotina ye

Le tu …

Helbestvane KURDA ye
Gava ez li te di fikirim,
Dilemin dibe DILBIRIN
Cegera min dibe CEGERXWIN
Mejiye min dibe CIZIRI
Awiren min tibin TIREJ
Loma giriye min tee….
Bi hale te te
Bi hale me te
Giriye min bi hale min tee…

Ew hesreta dile te nehate cih
U we neye cih,
Ger ne Husen bave te be

Bave Azad Bush ji li pishta tebe.

Jiyana hunermendi nabe para te rebeno
U we herdem qirika te bi qulbe u tucari tu ter naxwe
U rojeke nebeje elhemdullillah
U te herdem hejar u deyndare nemerdabe
Heta tu beje ez sair u niviskarim
Niviskare Kurda….
Hehehe de buxwe ha….

Niviskariya erebi li ber te digeriya dino
Weka hinekan teji dikaribu bi zimane serdesta ji xwere binivisanda lo..
Ma tuye niha wani buya?
Ma we niha denge kevci u seniya ji helbesta te bihata
Ma we behna sabune teketa nava helbesta te
Ma we helbesta te ji dohne pizza u doner e bi lewitiya qirdooo?
Tu rabu runush bi Kurdi got u bi Kurdi nivisi
Bi Kurdi kenniya
Bi Kurdi giriya
Bi Kurdi xeyidi
Bi Kurdi hasht bu
U bi Kurdi serxwesh ket
U hemi jiyana xweya di dilde vesharti rijande ser rupela helbesta Kurdi..
U tu hinaji di wan kolanan de hespa helbeste di bezine
Sware penusa diljikesti
Ma em ji edebiyate u nivise u ji helbeste ci famdikin?
Ma em fambikin ji
Gelo em rumeta wan dizanin?
Ma em zanibin ji eme rumeta te bizanibin?
Me rumeta kijan helbestvani,hunermendi girtiye
Ku em ya te bigrin lo?
Ev bu 50 sal ma te hina aqil negirtibe
Ev bu penci sal ger tu hina li benda komkirin u li hevanina bejeyan be
Ev 50 sale ger tu hina necare lekirina diwaren ji gotinan be

Ev 50 sale ku tu hina di xewnen xwede qesr u qonaxan ji gotinen brindar ava dike
Ev 50 sale zikeki ter u 50 birci be…..
e de tu zane.

Ma tu ji ciziri,ji feqi,ji heriri,ji tirej u c.xwin cetire?
Ma hemi ne di nava tunebune de mirin
Ere mirin
Mirin…………..
Le pisti mirin zindi bun
Qun bi helaw bun
Ahuuuuuuuuu
Helaw tune niha tune
Kinga tu ji mir
U ger kurda adet ne guhertibin
Adeta miri hez u zindi kuj lo
Ere

Icar tuye we caxe zindi bive

Qun bi helaw bive

Seminar

Sev

Pirtuk

Quncik

Rojname

malper

Hemi we di xizmeta teda bin

Rumeta ku te 50 Sali nediye

Helawa penci Sali we li ser ruhe te belavbikin
We 50 teneke helaw
50 cewal sekir
50 sendoq biskuvit
50 helbest
50 nivis
50 kamyon vir u derew
li ser ruhe te belavbikin
hinge ev adeten me yen zindi kuj u miri hez heye
ma ez u tu nihaka bimirana ne cetirbu rahme?
Brader musiki