A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Arinesa Weran Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Gelerî tarafından seslendirilen Arinesa Weran eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Arinêsa Wêran eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Arinesa Weran Kürtçe Sözleri

Arinêsa wêran devê vî çîmanî,
Eskerê kapikan, ademan girane, erd hilanî,
Elîyê Mehmûd, Dewrêşê Ozman,
Go: – Mîrze Mehmûd,
Ji sivdera gomê derkevin,
Me bextê xudê-pêxembera daye weda.
Keremî go: – Mîrze Mehmûd, were emji gomê derkevin,
Elîyê Mehmûd, Dewrêşê Ozman
Bextê xudê-pêxembera dane meda.
Kerem, Emo, Mehmûd gava ji sivdera gomê derketin,
Kapika sivdera gomê dorê girtin.
Şahid, şuhûdê Mîrze Mehmûd,
Kekê Zertîf, syarî Jero, gelek hene,
Heyfa hersê hevala bi destê xwe hilanî.

Arinêsa wêran bilincîya,
Civateke giran ser goma Mihongê Feyzo li hev civya.
Kulê tu bikevî mala Mîrze Mehmûd, kekê Zertîf,
Gullek li Dîwanê kurap daye –
Xûna sor niqitî ser şelvarê hêşîn ser zengûya.
Arinêsa şewitî di kortêda,
Kulê tu bikevî mala kekê Zertîf, syarî Jero,
Dergîstî maye li mala bavêda.