A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Axayo, çüme Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Gelerî tarafından seslendirilen Axayo, çüme eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Axayo, çûme eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Axayo, çüme Kürtçe Sözleri

Axayo, çûme Mûşa xopan ber dikanê,
Ehelê Mûşê hatine dîtina bavê Koroxlî, xeberdanê.
Ezê çûme Mûşa qopan va genima,
Perîşanê gote Almastê,
Go: – Mala bavê min û te xirab bibe,
îro sê roje, sê şeve –
Kaxezê kekê min nayê, naçe, nizam çima.
Xelqê unda kirye teke, tûke,
Minê unda kirye bavê Koroxlî, berdevkê mîran û hakiman,
Bejina bavê Koroxlî dara vê çinarê…
Almastê go;
– Perîşanê, merûmê,
Berê kekê min dane Taşxana Mûşê, îdî nayê,
Ezê çûme Mûşa wêran ser kanîyê…
Almastê go: – Perîşanê, merûmê,
îro sê ro, sê şeve,
Cinyazê kekê min anîne ber derê meçîtê,
Wê kuştine bavê Koroxlî –
Serekê alayê.
Axayo, ezê çûme Mûşê bax û tirî,
îro sê şeve, sê roje
Têlêgrama bavê Koroxlî mera hatîye,
Salixa, divê, şemdana koçika belek ditemirî.
Bavê Koroxlî malda sîyar bû,
Serda sebir ketê,
Perîşanê gote Almastê:
Go: – Bira xirav bive mala bavê min û teva,
Dîtina kekê me bû roja qîyametê.
Axayo, ezê çûme Mûşê bilindcîya,
Perîşanê gote Almastê,
Go: – Bira xiravbe mala bavê min û teva,
Divê bavê Koroxlî Mûşêyî nexweşe,
Serê wî ranabe ser belgîya.
Axayo, ezê çûme Mûşê gale-gale,
Vegeryame alyê malê, xeverdane,
Xelqê unda kirye tekene tûke,
Min qijikê unda kirye –
Bavê Koroxlî- Rostemê Zale.
Gotin: Farizê Emer Sardarov, 85 salî û Mecîtê Fariz, 45 salî.
Niha li gundê Arêvşatê dimînin, li ser nehya Ecmîazînê
Kur û bav dengbêjin, sala 1959.