A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Hebhinarke Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Hîvron tarafından seslendirilen Hebhinarke eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Hebhinarkê eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Hebhinarke Kürtçe Sözleri

ji wê şeva bişewbê
bêhna firikên şewitî dihat ji çolê
çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdu naşikê
hebhinarkê !…
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê

li çar aliyê çewtiyên min
diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye
hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin

li çiyayê şengalê,
komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye
perîkên wî digirîn li dewsê
tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî
bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali
li ser goleke mêşinî

ji bo ku ez bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê
teşiya bê destara berfê,
berîvana baranê



Hebhinarke Kürtçe Şarkı Dinle

Hivron

Hivron

Hivron Hakkında