A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Bihar xweş e Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Koma Berxwedan tarafından seslendirilen Bihar xweş e eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Bihar xweş e eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Bihar xweş e Kürtçe Sözleri

Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar

Îsal zivistana me sar e berfa sipî hur tê xwar e
Xemilandin deşt û zinar kengî bi xê tu bê bihar
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar

Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in
Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê bihar
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar

Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî
Dîsa bi ser çiyan kevin kengî bi xêr tu bê bihar
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Koma Berxwedan



Bihar xweş e Kürtçe Şarkı Dinle