A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Destana Genim & Em Bernadin ve Dilane Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Koma Botan tarafından seslendirilen Destana Genim & Em Bernadin ve Dilane eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Destana Genim & Em Bernadin vê Dîlanê eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Destana Genim & Em Bernadin ve Dilane Kürtçe Sözleri

Malek, malek min tê u tê u tê.

Ber qurma Dicle û Feratê

Me lê çand libek genim simbil da

Xêr û bêra dinê tev jê tê

Dêw û Ehrîman pilan girêdan

Enkido dan pêş bêbextê rê

Dîsa dixwazin axa me vegrin(bigrin)

Yadê wa dengê lingên wan tê

Dahola şer gurm e gurm e
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê

Govend geriya dime dime
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Tîr û kevan rime rime
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê

Li Rojava şerî germ e
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Li seranserî Binxetê
Li Zevin girên heybetê
Li Hûriyan ji paytextê
Ji Mîtanan li Keytextê

Ji geliyê ava mezin
Ta Heşarkê Pira Hesin

Hêy tev tev

Muxlacî zerbûn talanê
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê

Siwar ketin berxwedanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Gurzê Zal in ji îmanê
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê govendê

Lêda gêr kir der holanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Derbalutê ta Qestelê
Digirmanê ta Kendalê
Ji Gir Helef ta Gir Koçer
Ji Elokê ta Rimmêlê

Ji Til Berek ta Xabûrê
Berya Homan û Holê

Halelehale

Qada şer toz û kulxane
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê

Rêşopa hespê hedban e
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Li hawir mij û dûman e
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê

Tola Derwêş e li Homanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Kurdên çê ne li Holê ne
Di Rojava de her mal xwê ne
Koçê nakin her li cî ne
Dara merx in têr û şîn e

Yê xerab her ser çepel e
Tuxmê revok û zexel e

Gelparêz in Rojhilat in
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin ve rêbendê

Apoyî ne tev kelat in
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Dayik in kezebxelat in
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê

Xweser in xemla civat in
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê