A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Hey le (Xezal) Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Marûf tarafından seslendirilen Hey le (Xezal) eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Hêy lê (Xezal) eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Hey le (Xezal) Kürtçe Sözleri

De hey lê hey lê…
Were heylê heylê heylê… ku heylê.
Delê lê… bedewê minê Xezalakî rakir ji desta Muşê,
Berê xezala min ketî Hazro û Diyarbekir,
Kêleka Xezala min ketî Meraş û Entabê,
Xezal derbas bu berya vê Mêrdînê
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye li çira xezal diketî destê Roma xayîn
Tirk û Ereb û Ecem li ser Xezalê kombune,
Rûyê wana bi kenîn, devê wan bi xwîne,
Apê min gazîkir digo sûnva herin xezal bêxweyî nîne
Hey lê, hey lê hey lê hey lê…
Were hey lê hey lê hey lê …
Delê lê bedewê minê xezalek rakir
Ji Qazgol û Bingolê Sûsar û Tekmanê
Berê xezala min ketî Patnos û Tutaxê,
Kêleka xezala min ketî cepheyê Ûris
Xezal derbasbû li bajarê Simko welatê Kurdistanê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye çira diketê destê roma xayîn,
Tu gazîke li kal û pîrê Kurda
Bira bibêje keç û xortê hemî bi xezalê bêne îmanê
Hey lê hey lê, hey lê hey lê, … Were hey lê hey lê hey lê… Were hey lê hey lê hey lê hey lê…
Eman hey lê hey lê hey lê…
Delê lê bedewê minê Xezalek rakirî ji Kerkûkê ji Kirmaşanê,
Berê xezala min ketî Zaxo û Dihokê
Keleka xezala min ketî Qamişlokê, Amudê, Afrînê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim:
Apo xezal guneye çira xezal diketî desta Roma xayîn?
Tu qazîke li keç û xortê Kurda, bibê ne Xezal li benda we hemî ya sekinîye Hey lê, hey lê hey lê hey lê hey lê ku hey lêê…
Gotin û Muzîk: Dengbêj Maruf



Hey le (Xezal) Kürtçe Şarkı Dinle