A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Biranin Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Mem Ararat tarafından seslendirilen Biranin eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Bîranîn eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Biranin Kürtçe Sözleri

Min dî ew çiyayên bê deng
Bi dengê te bir hewar e
Çar hêlê xwe vêxist agir
Lê ew ne intîxar e

Qêrînên te bêhempa bû
Hişbûnên te jî wisa
Li gel bayê xerbî
Tu xortekî kal e

Lê mirin bi te şa nabe
Tu maye ji sibehan

Ji evînê tu qut nebû
Û tevahiya jînê
Bê te payîz xalî bû
Te hêz daye vînê
Min dit çiya lalek bû
Tu jê re buyî hawar
Bi dengê te şîn bûn hêvî
Rengîntir bûye bihar
B’qêrînên te ew zindî bû
Hişyar kir ji xewa giran
Bûye teyrek firîbû
Venişt li bilindahiyan

Nexşeya evînê xem e
Şopê wê ma li payîzan
Pel diweşînin loma
Mizgîn dide ji biharan

Dara hesretê ye dinya keko
Bêyî xema stewr e ew
Erdnigariya şahiyan winda ye hê jî
Tê gotin bi ber ava çemekê ketiye
Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye
Li deverek biyanî, lê ne gelekî dûr
Dibe ku bi qasî mijangên xwe nêzîk
Lê ew dîsa jî winda ye
Ew li wir ketiye,
Li ku lal bûbe çivîkek,
Li ku giriyabe zarokek,
Li ku êşiya be birînek,
Xatirxwestinên bê wext para kê be,
Qêrînên herî delal yê wan e keko



Biranin Kürtçe Şarkı Dinle

Mem Ararat

Mem Ararat

Mem Ararat Hakkında