A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Daye Megri Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Rêzan tarafından seslendirilen Daye Megri eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Dayê Megrî eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Daye Megri Kürtçe Sözleri

dayê megrî , tu dilê min î
dayê megrî ,dayê megrî
Zarokekê 13 salî bûm sibêkê rabûm
Ez ji welatê xwe dûr li ewrûpa winda bûm
Dayê ez li ku bûm
Dayê ma ez kî bûm
Dayê 10 sal çûn ez li welateke xerîb mezin bûm

Zimaneke nû û welateke bê çiya
Li ser riyan dimeşim hîn jî gêj im
Derdê vê jiyanê nayê hejmartin
Qet nayê veşartin
Megrî dayê derdê vê jiyanê nayê kişandin
Min xewn dît di dinê aşitî dibû
Xerabî û nerastî tune bû
Tenê rastî hebû
Her tişt ne pere bû
Mirin di rê de ye belê
Tirs û baweriya min bi xwedê jî heye
Ez ciwan im, aciz im, lê hê jî gêj im
Ez dikim nakim nizanim ez çi bêjim
dayê megrî berf dibare hêdî hêdî
Berf dibare hûr hûr lê dayê lê hêjayê megrî

dayê megrî , tu dilê min î
dayê megrî ,dayê megrî
Dayê baran dibaredayê megrî

Ev çi hal e
dayê megrî ezman şîn û zelal e
Zimanê min ê delal bi zencîrê girêdane
Pênûs di destê min de dinivîsim
Ma hebûna min jî sûç bû
Rûhê min û lingên min jî ji bazdanê pûç bû
Belkî îro belkî sibê ka bêje kengî
Dayê bêje kengî wê roj avê
Ez radibim, rûdinim, diçûm û têm, difikirim
Çima çavên min û dilê min tim bi hev re digirin

Li ezmanan
Gava roj diçû ber ava
kevokek biçûk difiriya rûdinişt ser daran
Di navbera çar dîwaran
Dest bi kelepçe
Di navbera çar dewletan
Ez bûme çar perçe
Çend helbest li ser te hatiye nivîsandin
Çend caran xwîna şehîdan li ser te hat rijandin
Lê şehîd namirindayê megrî
Berf dibare hêdî hêdî lê hêjayêdayê megrî
dayê megrî , tu dilê min î
dayê megrî ,dayê megrî
Dayê baran dibaredayê megrî

Ez çawa bêjim
Bêjin ez we çawa bidim fêmkirin
Ez çawa xwe îfade bikim ku hûn derdê min fêm bikin
Derd ne hindik in, derd birînên kel vedikin
Mezin dikin û li ser dilê min roj bi roj mezin dibin
Hene wekî min, hene gellek pirsê wan



Daye Megri Kürtçe Şarkı Dinle