A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Ez Nizanim Çi Bejim Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Şêrzat tarafından seslendirilen Ez Nizanim Çi Bejim eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Ez Nizanim Çi Bêjim eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Ez Nizanim Çi Bejim Kürtçe Sözleri

Heval ez bilûrvan im

Dengê saza hozan im

Ji we ez dilgiran im

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez daxwaza Xanî me

Rewşa nexşên Manî me

Di ristê de kanî me

Ez nizanim çi bêjim

 

Arê dilê Cizîrî

Tava tora Herîrî

Ez nûjen im bi pîrî

Ez nizanim çi bêjim

 

Nakin dengê saza min

Guh nadin awaza min

Yan nizanin raza min

Ez nizanim çi bêjim

 

Çima hemî nabin yek

Leşker nakin lek bi lek

Kanîn ew bircên belek

Ez nizanim çi bêjim

 

Hirç ketine nava rez

Gur ji hawir têne pez

Ji xew rabin em bi lez

Ez nizanim çi bêjim

 

Helbest: Cegerxwîn

Muzîk: Şêrzat



Ez Nizanim Çi Bejim Kürtçe Şarkı Dinle