A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Ez nizanim çi bejim Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Ozan Şêxo tarafından seslendirilen Ez nizanim çi bejim eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Ez nizanim çi bêjim eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Ez nizanim çi bejim Kürtçe Sözleri

Heval ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im
Ez nizanim çi bêjim
Ax hevalo çi bêjim

Ez daxwaza Xanî me
Rewşa neqşê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim
Ax delalo çi bêjim

Sivik çû bihara min
Ter bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min
Ez nizanim çi bêjim

Ez ne xan im ne Xanî
Ne Zerdeşt û ne Manî
Li xwe kir bargiranî
Ez nizanim çi bêjim

Ji bo we ez wê sazê
Xweş lê didim bi gazê
Bi daxwaz û niyazê
Ez nizanim çi bêjim

Di rostê de çi merd im
Dil bi kul û bi derd im
Xwîna şehîdê Kurd im
Ez nizanim çi bêjim

Arê dilê Cizîrî
Tava tora Herîrî
Ez nûjenim bi pîrî
Ez nizanim çi bêjim

Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim

Ez dengê wan hezaran
Ketim şax û zinaran
Ez ew binê sêdaran
Ez nizanim çi bêjim

Keko ez Cegerxwîn im
Dil bi kul û birîn im
Van ayetan dixwînim
Ez nizanim çi bêjim
Helbest: Cigerxwîn
Muzik: Şêxo



Ez nizanim çi bejim Kürtçe Şarkı Dinle