A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Kirive Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Şivan Perwer tarafından seslendirilen Kirive eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Kirîvê eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Kirive Kürtçe Sözleri

Ax de were lê, were lê were lê lê…
Ax kirîvê lê lê……ax
Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê..
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da

Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê …
Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê…
Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde
Kirîvê lê lê…
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê…

Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo…
De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo…
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo…



Kirive Kürtçe Şarkı Dinle

Şivan Perwer

Şivan Perwer

Şivan Perwer Hakkında