A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Bikene Dilbere Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Xebat Şakir tarafından seslendirilen Bikene Dilbere eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Bikene Dîlberê eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Bikene Dilbere Kürtçe Sözleri

Ez ji te hez dikim,
bi dilekî harrrrrr û dîn,
lê tu ji yekî din.

Ez li te dinerim,
û dil bi te re,
govenda evîndarîyê digerîne,
lê ti bi yekî din re,
şadibe
û dikene,
dikene
û dikene
û min,
di nava kumreşîyeke xav de
digevizîne.

Ji wan çavên hêngivîn,
şîlana evînê dibare,
lê min zanîbû,
ku ne ji bo mine,
beşerîna te ya ne ji dil bi min re,
min di nava evîn û hesreteke birîndar de
dihûne,
ez li te dinerim
lê tu li yekî din
ez bi te re dikenim
lê tu bi min dikenî

bikene dîlberê  bikene
belkî,
ez bi qîmetê xwe bihisim li ba te
û ji xemsarîya te nifret bikim
ji dudilîya te xwe nas bikim
û ji davikên te xwe dûr bikim

bikene dîlberê bikene
ez im yê ku li ber kenê te,
dilê xwe dax dide
û ji bo te,
di nava agirê evînê de dişewite
bikene
dîlberê,
bi min bikene
û
bere kenê te bilind bibe
û di guhên min de,
bibe qêrîneke dijwar
belkî dilê min bixele,
û çavên min birije,
roja ku min tu nas kirî

bikene dîlberê  bikene
belkî ez…
bi qîmetê xwe bihisim li ba te
û ji xemsarîya te,
nifret bikim
ji du dilîya te,
xwe nas bikim
û ji davikên te,
xwe dûr bikim

bikene dîlberê bikene.
Ez di wan çavên te re,
vedana,
davikên bêbextîyê dibînim
lê pirs,
di serê min de dubare dibin
ev çi kîne li ba te,
li hemberî nevîyên Adem
gelo ji rabirdûyên te tê
ev xavekîn?
yan jî,
tu bi cawê kînê xwe dihûne
lê behwer bike,
tu yê rojekê
di nava vê kîn û nifretê de
bişewitî
û ew dilê mirî,
wê bi xwe bihise lê dereng.

bikene dîlberê  bikene
belkî,
ez bi qîmetê xwe bihisim li ba te
û ji xemsarya te,
nifret bikim
ji du dilîya te,
xwe nas bikim
û ji davikên te,
xwe dûr bikim
bikene dîlberê bikene
Ez li te dinerim
lê tu li yekî din
ez bi te re dikenim
lê tu bi min dikenî

bikene dîlberê  bikene.
Dil bihitîye,
ji kiryarên te,
ku mîna tavên sebatê,
geh dikenin,
û
geh digrîn.

Ez nizanim
ji kê behwer bikim?
ji vî dilê bi evîn
yan…
ji çavên te
yên xapînok û tijjjjjjjî kîn,
ji kenê teyê bi her kesî re
yan..
ji hisret û bêrîkirina vî dilê bi birîn.

Bikene dîlberê  bikene
Belkî,
ez bi qîmetê xwe bihsim li ba te
û ji xemsarîya te,
nifret bikim
ji du dilîya te,
xwe nas bikim
û ji davikên te,
xwe dûr bikim
bikene dîlberê bikene

08. 09. 2006 Oldenburg / Elmanya