A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Penaberno Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Xebat Şakir tarafından seslendirilen Penaberno eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Penaberno eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Penaberno Kürtçe Sözleri

Lehîyên azaran li vir pirrrrrrr in
û birînên nedirûtî,
bê hijmarin
silbûna jin û mêran ji hev
birîneke dijwara…!!!?
ka binerin
bê çawa em xwe didavêjin
sînga tunebûnê
û mejîyên xwe
bi qelend, tolhildan
û qedexeyan
dorpêç dikin
li vir azadîye
wekhevîya
zanîna
maf û mafdarîye qurban,
çima hun mîna biyaniyên din,
xwe li ber lehîyên
tunebûn û têkçûnan nagrin?.

Ma hûn dixwazin li vir jî,
xwe hînî girîyê mêran
û koletîyê bikin
axayên bi darhişik
ji xwe re peyda bikin
yan jî,
di bandora jineka nezan de
xwe tune bikin
malbatekê bi nakokîyên xwe re
ber bi tunebûnê ve bibin,
ev tunebûne
têkçûne
belav bûne
ji hevdûrbûna qurban.

Hûnê çawa zarokan mezin bikin
bi serhişkîya xwe,
di nava nezanî û têkçûnan de
bi dahatiwa
ku hûn
berê wê didin goleke neqam,
ku bi kiryarên we genî dibe,
û li kolanên azadîyê
we roj bi roj
ber bi tunebûnê ve dibe.
bi dirûtî,
nezanî û
xemsariya xwe
hûnê hêdî hêdî li vî warî
hînî awazên têkçûnan bibin qurban
zaro ne yê we ne
ciwan tune dibin
qîz direvin
kal bêzar dibin
kezebên dayikan perçe dibin,
tev ji bê bextî û zikreşîya meye
ji nezanî û serhişkiya me ye.

Em xwe bi kurve tune dikin?
Em ê gotina dawî
li kur biqedînin?
Em ê kêlika dawî
li kur biçikînin?
û darbesta dawî
li kur hilgirin?
xatirxwestina dawî
li kur bixwazin
em tune dibin!!!!!!!!????????????
têkdiçin belawela dibin
bi kiryar û   xemsarîyên xwe.

Ma em ê hîn çend caran
hespên serhişkî û nezanîya xwe bidin cirîda
em ê hîn peyî çend tolhildanên
ji bîr bûyî
bikevin
û çend xencerên nezanîyê
di kezeba xwe de biçikînin
em ê çawa di buhareke îro de
berî sed salî bijîn qurban?
evder azadîye
wekhevîye
ilme
zanîne
maf û mafdariya
xwe hînî başiyên vî warî bikin
ne têkçûnan.

Qedexe
di welatên egala û şifqeyan de
heroj tê xwendin
rûmeta rûsipî û zanyaran
li wir ji wan tê dizîn,
kezebê dayikan li wir
parçe dibin,
dibin lingên nezanî
û neteweperestiya xav de,
li wir,
olên kevnar
bi qedexeyan tên dorpêçkirin
dîroka hezarên sala
tê berevajî û winada kirin,
li wir,
têkçûna mirovatî
û kuştina wekhevîyê ye
sarkirina mejî
û tunekirina hestaye,
ji hevbelakirin
û tunekirina dîrokê ye.

Penaberno
li vir
bi hezaran rê û şivîl
li ber we vekirîne
li hespê zanebûnê siwar bin
û ber bi tîrêjên rojê ve bibezin
bere tûrikê şivantîya malbatê
bi zanebûnê tije bin
û hebûna we bi wateyan bi xemile,
Ev der azadîye
wekhevîye
îlma
zanîne
maf û mafdarîya
xwe hînî başîyên
vî warî bikin ne têkçûnan.

02. 09. 2006   Oldenburg / Elmanya