A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z

Poşmaniyeka virni Kürtçe Şarkı Sözleri ve Türkçe Çevirisi

Paylaş:

Xebat Şakir tarafından seslendirilen Poşmaniyeka virni eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz.Poşmanîyeka virnî eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.

Poşmaniyeka virni Kürtçe Sözleri

Na dîlberê,
Xwezî te negota
tu bê bextî,
û
te negota poşmanî
li dergehên dilê min dide,
xwezî te zanîba
bê rastîya hestên min
ji boyî te çine.

Bawer bike,
bêbextî
li warê min şîn nayê,
û payebûn
li ba min naseride,
û xapandin
li çolbeyarên dilê min têkdiçe.

Dîlberê,
di çavên te de
pirdengîya xelekên girtî
û simbilên neseridî,
hiştina kul û xeman,
tên dîtin.

Dîlberê,
gulên nebişkuvî
ji bejna te diweşin!
û asoyên vekirî teng dikin
û benê bê bawerîyê
her tiştî
ber bi xwe ve di kişîne,
tevî êş û azarên nem girtî dike.

Were
em bi hev re
ber bi zengilên baweriyê ve
bimeşin,
û wêneyên ku bêyî dilên me
bi dîwarên dil ve
hatine daliqandin
parçe
parçe bikin.
Ma tu dizanî
ku dîlberî
xwe li te dixwe?
û şagirt bi te re
hînî jiyanê dibin?.

Bikene dîlberê,
bera ew rû dîsa geş bibe
nehêle xirecira jiyanê,
konê bê bawerîyê
li ber dergehê dilê te vegre.

Nehêle Beko
yarmetîya kul û derdên te bike
û evîna te
ber bi tunebûnê ve bajo.

Dîlberê
dengê dilê te
li dahola bawerîya min dixe
û asoyên dildarîyê fereh dikin.

Tenê carekê were
û serî deyne ser sînga min,
û li qeyika bawerîyê siwar bibe,
Destên nerim û nazik
deyine ser  dilê min
û li awazên bilûra
ku bi evîna min û te re
dinale guhdar bike.

Were
û xwe di nava cawê
rastîya min de bipêçe,
ji bo em,
bi hev re ji awazên vî dilî
li ser  sî û sê perdeyên dilê te
bêdengîya şevê bê dengtir bikin.

Ez ê wê bejna ji bîrbûyî
heya berbangê
bi agirê dilê xwe gerim bikim,
û ez ê ayet bi ayet
li ser bejna te bixwînim.

11. 09. 2006   Oldenburg / Elmanya